Dema min dest bi fêrgeha duyemîn kir, tiştekî ecêb bû. Jixwe ew sal bûyerên sosret didan li pey hev. Dema dirûtina zeviyan bû. Pêşiyê gelek dîrek çikandin di nav gundî û pişt re jî têlan kişandin wan dîrekan û kabloyan jî nav malan. Dema ciyên bênderan dihate amade kirin cendirmeyan û ew kesên ku min “kesên bi qerewat” bi nav dikir kom bi kom hatibûn gundî. Xalîçeyên qaydeyê Îraniyan raxistin di bin pêyên wan. Qurban hatin serjêkirin, dihol û zirne hatin lêdan. Ew kesê ji ber ku walî ye û li pêş wî her kes xwe xwar dike, li ser milan hate gerandin. Li ser zarokan şekiran werkirin… Erê, werkirin. Merivên waliyî bi kêfeke mezin şekiran li ser me de virvirandin. Dema em ji bona şekirên li erdê li hev civiyabûn, ew jî gelek bextewar xuya bûn ji vî halê me. Min gelek şekir berhev kiribû lê zarokan ji wan gelekan di destên min de revandibû. Piştî van tiştan jî ji bo ku xwêdan û toza li ser xwe hildin beriya roj neçe ava me rêya çemî girtibû.
Êvara vê roja ecêb dema vegeriyame malê, min li arîkî de ronahiyeke çavan diteyisîne dît. Bi rojan ez fikirîm gelo gaz ji ku dera vê de tê dagirtin û çawa tê vêxistin. Bi vegotinên bavê xwe re ez qanî nebûm. Pişt re kekê min got ku ev lampeya birayê tavê ye. Bi rastî jî divê wisa bûya, ji ber ku gelek dişibiyan hev û du. Jixwe digotin “karê Xwedê ye” û bi perwaz dana milyaketan roniyê belav dike.
Dema her kesî vê buyerê xeber dida, mijareke ez hîç jê fam nakim bibû mijara gotegotan. Pir bêdeng diaxiviyan û herî zêde jî ji guhên dîwaran ditirsiyan. Piştî van axaftinan bavê min li asoyan dinihêrî û xwe dida ser behra êqil. Çend roj li ser wan pistepistan borî bû, berêvarekî gelek wesaît hatin gundî. Bi rastî jî gelek bûn… Hundirê wan tijî leşker bû, li ser qaseyên wan vekirî bû û li pêşiya dibistanê rêz bûn ew wesaîtên kesk û ecêb. Notirvanê gundî bi fermana wan ve kire qarîn û got, ” Kesek yê ji mala xwe dernekeve”. Min di pencereyê de wan temaşe dikir. Ji gund hinek zilaman dibirin dibistanê. Du jinên ciwan jî min dîtibû di nav lêşkeran de. Di zendên wan de kelemçe hebû.
Berdestê sibehê bi qajîniyên ji dibistanê bilind dibû em hişyar bibûn. Şîrê gamêşan a ku ez qet jê hez nakim, min di nav nivînên xwe de vexwaribû. Dema ez derketim der ve, gundî tev ber bi dibistanê ve diçûn. Çavên wan li erdê, destên wan li ber wan girêdayî bûn… Zûzûka ez derketim. Hewşa dibistanê a ku pêşiya wê vekirî û metreyek ji erdê bilindtir e de leşkerekî bejn bilind û qelew li ser panî û serê pêyên xwe ve dilokiya û diaxivî. Digot “Hêza tu kesî nikare dewletê!” Îxtîlal ji bo selametiya gel bûye, yê serê nijdevanan bipelixandina. Yek jî her kesî yê demançe û tivingên xwe radest bikira.
Hinek kesên “Bijî fermandar! Her hebî, her hebî!” digotin, dikirin qarîn û çepik lê didan hebûn. Fermandarê ku destê xwe danî ser singê xwe û paşê jî yên ku çepikan li hev didan silav kir, pişt re jî bi tiliya xwe deriyê dibistanê nîşan kir gotibû ku ” ev xayînên welêt yê cezayê xwe bikişînin”. Çend kesan jî li fîqê dabû. Dema bi yek rêzê ew merivên destbend ji dibistanê dihatin derxistin jinên digiriyan hebûn. Min ew kekên destbend tev dinasî lê rûyên wan pir guherî bûn. Wextê qajewaj li hev diketin min di rêzê de rûyekî bi ken, cotek çavên dibiriqe dît. Çakêtekî qehweyî li xwe kiribû, dema ew dikeniya tu bê qey simbêlê wî li rûyê wî belav dibû. Çavê xwe li min qirpand, du gav avêt. Hê dikeniya. Ew leşkerê diaxivî, wî nîşan kir û got “Wa ev e”. “Serê xerabiyan ev e…” Zilam hê jî dikeniya. Ji kinc keskan yek bihuzî û qîriya: “Nekene lawo!”. Paşê jî çeka xwe wek şivekî bikar anî, li navmil û ber bi serê wî li paş ve berjêr kir. Min kire qarîn “Mamosteyê min!”. Zilam di nav xwînê de gêrî erdê bû. Bi pihînan li wî didan. Wî jî dikir ku tiştekî bibêje. Ez ji tirsa ve reviyam û xwe li pişt jinekê stirand. Dema min serê xwe hinekî dirêj kir, min dît ku mamosteyê min li erdê dixirikînin.
Rizayê kal ê bi bernavkê Qirêjok hebû. Dikir qîrîn û digot “Li van zarokên Moskowê din!”. Çend kesên din jî hebûn mîna wî… Kesên ku li wesaîtan hatibûn siyar kirin re xeberan didan û tûyê wan dikirin. Dema di dorê de kes nema, gotin “Fermandarê min” û destê wî leşkerê ku merivan dibehicîne maçî kirin ew axayên çepikan.
Mamoste Xidir bi simbêl, leystikvanê gogê û kesekî zêde spartek nedida bû. Ji zarokan pir hezdikir. Hîç li me nedida. Carinan dihate mala me, ji bavê min bona xwe cixare dipêça. Axaftinên wî qet bi dawî nedibûn. Dayîka min ji wî re gelek bi hêrs bû. Ji ber ku ew bibû sedem û min pêş de dest bi dibistanê kiribû. Digot “Mamosteyê naletî!”. Min çawa çavên xwe vekir, dinasiyam mamoste Xidirî. Ciyê bêdera me û dibistan hemsînor in. Ji ber vê dibistan jî dikete nav qada leyza min. Min di bin pencereyê de keviran qûç dikir û derdiketim ser. Di navbera çavzêlî û tirsê ve min fêrgehê raçav dikir. Rojekê mamoste dizîka ve nêz bibû, min hembêz kiribû û biribû fêrgehê. Bi vî awayî kîngê û çiqas min bixwesta li fêrgehê ez dimam. Pişt re, ewqas kêfa min pê re hat, êdî her roj diçûm. Hîç ji bîr nakim, roja pîrika hevalê min Yusufî mir, mamoste ragihandibû ku ez bibûm kesê sêyem ê xwendinê hilaniye. Dawiya salê jî madalyonekê bi stûyê min ve kir û xwest ku her kes li çepikan bide ji bo ku ez bibûm “yekemînê fêrgehê”.
Roja leşker ji gund vekişiyan dayîka min gelek giriya, lewra di nav ciwanên ji gundê dayîka min biribûn agahî hatibû ku xalê min jî hebû. Bavê min bi gotina “Helbet yê bên” dikir ku wê teselî bike. Heta derengiya rojê me ji bêderê ka kişande kadînê. Dema bû êvar di çar ciyê gund de şewatê rû da. Di tarîtiya şevê de gund bibû nava rojê, lê kêm kes çûn agirî vemirînin. Me serê sibehê bihîst ku ka û gihayê Qirêjokî û yê sê kesên din şewitiye. Ew jî bi qîrînên “Xayînên welêt, nijdevano” û bi dijûnan çûbûne gilî kirinê.
Piştî du rojan dîsa leşker hatin. Yên ku navê wan hatine nivîsîn li hewşa dibistanê kom kirin. Yên ji gundên din anîbûn jî hebûn. Çilptazî û bi yek rêzê de heta tariyê hiştin. Nan û av nedane wan. Ber êvarê sê kesê di nav xwînê de hiştine anîn, li wesaîtê siyar kirin û çûn. Min jî ev tiştên diqewimîn tev ji camê de temaşe dikir.
Zarokan jî behsa îxtîlalê dikirin. Kekê min digot, ew hûtekî di tariyê de dijî û bi zinarekî ve girêdayî bûye. Paşê wî hûtî wê zinarê hûr hûrî kiriye û reviyaye. Qîza cînarê me pêşberê vê ramanê bû. Digot: “Kesekî ji derveyê welat hatiye ye. Li Enqereyê dijî”. Di reseniya xwe de îxtîlal revdeya guran bûye. Ji Rûsyayê reviyane û hatine gundê me. Wa, ew sal di gund de gurên ku tim ajalan perçe perçeyî dikin. Cebaniyên di dilqê leşkeran bûye, wesaîta leşkeran bûye, fermandarê qelew bûye…
Çend roj şûn de me dît ku berekî dibistanê bi rengê reş ve hatiye boyax kirin. Bi rastî jî ripreş bû û tu kesî tu wateyê lê nedikir. Rojtira din berê din… Dû re dibistan tevî… Di vê navberê de çend mamosteyên nû hatin, ji wan yek jî gerînende bûye. Dixwest ku zarok di demeke herî nêz de dest bi dibistanê bikin. Lê kar hebû. Gundiyan heta ku kar bi dawî nebe yê çawa zarokan bişandina dibistanê. Dema gotin “Bi zora leşkeran…” me bi teva formayên xwe li xwe kir û li pêşiya dibistanê ketin dorê. Gerînendeyê dibistanê Mistefa, li pêşberê xwendekaran axaftineke bi coş kiribû.
Li dîwarê dibistana ku bi rengê reş ve hatiye boyax kirin de bi du rêzan û bi tîpên girdek:
“Karakol değil,
Okul istiyoruz” * hatibû nivîsîn.
Gerînendeyê vê yekê bihîst li hêrsê siwar bû. Çû mala mixtêr û telefonê kir. Careke din leşkeran gund dorpêç kirin. Heta nîvro her malî geriyan. Hinekan komî hewşa dibistanê kirin û li wan dan. Leşkerê ku gerînende li dor dizivirî û digotê “Fermandarê min” bi tiliya xwe bavê min nîşan kir û gazî wî kir. Got “Em birçî ne”. Bavê min jî wî bersivand, “Ez ê niha tiştekî bidim amade kirin”. Fermandar beranê me nîşan kir. Behsa Kîrazê ku me bi heweseke mezin li bêderê xweyî dikir dikir. Me beranî ji mîhan cihê dihîşt tevahiya salê. Me pir baş lê dinihêrî. Di meha cotmehê de me wî dixemiland û zarokekî kurîn lê siwar dikir, tevî keriyê dikir. Yan jî yên ku dixwestin berxên wan yên mê çêbin zarokeke qîzîn lê siwar dikirin. Par kekê min li Kîrazî siyar bibû û xwîşka me jî danîbû ber hembêza xwe. Lê îsal dora min bû, bavê min soz dabû. Fermandar dixwest ku du-sê parî nan bikeve zikê wan. Reng ji bavê min ê li pêşiya fermandarî bû çûbû. Gerînende digot, ” Pereyê çi fermandarê min! Ev ne merivên wisa ne. Çi di destê wan de hebe didine leşkeran. Ev zarokên welêt in”.
Bavê min, li bêderê Kîrazî serjêkir. Goştê wî di sîtilekî de keland. Dema leşkeran maseyên di dibistanê de rêz dikirin ji bo xwarinê, çêleka me jî bi satila di qoçên xwe ve ji tewleyê firiya û derket. Ajala ku dikir ji satilê rizgar bibe dibeziya û bi her lebata wê ve jî boyaxeke ripreş dirijiya erdê.
Ber bi şevê dema leşker ji gund çûn, bavê min jî bi xwe re birin. Serê sibehê fişefişa gerînende bû li ser wê nivîsê jî da boyax kirin. Tenê nehişt ku dest bidin du peyvan: Li jorê “Kara” **, li jêrê “Okul” *** ma. Ev der him qerekol, him dibistan bûye: Dibistana Reş… Wiha çêtirî bûye. Gerînende diranên xwe qîç dikir û wiha digot. Bi “Dibistana Reş hahahah…” ve çingîniya dengê wî bû.
Bi birina bavê xwe ve, min her roj bi saetan ew rêya bi toz a ku bi dirêjayiya geliyê dom dike mêze kir. Êdî min hêviya xwe qut kiribû. Piştî salan, di şeveke çîlspî a zivistanê de û di dawiya çîrokekî de bavê min li me derketibû.
*Ne qerekol,
Dibistanê dixwazin.
**Reş
***Dibistan